Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûdceya êrîşkirina Hemas bo ser Îsraîl ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye dabînkirin

11:26 - 7 Nîsan 2025

Pêka belgeyekê ku kevtiye destê Artêşa Îsraîl, birêveberên Hemasê yên wek “Yehya Sinwar û Mihemed Zeyf”, bo êrîşkirin bo ser Îsraîl, daxwaza 500 milyon Dolar ji rêjîma Îranê kirine.

“Îsraîl Kats” ê Wezîrê Berevaniya Îsraîl bi eşkerekirin a naveroka belgeyek nihênî ya pêwendiya Hemas û rêjîma Îranê, daye zanîn ku Hemasê bo cîbicîkirin a pîlana êrîşkirin bo ser Îsraîl, daxwaza 500 milyon Dolar ji rêjîma Îranê kirine.

Ew belgeya nihênî ku li tûnelên Hemasê de hatiye peydakirinê, dide xuya li heyva “June” a sala 2021 de “Yehya Sinwar û Mihemed Zeyf” ên berpirsên Hemasê, bi şandina nivîsek bo “Îsmaîl Qaanî” yê birêveberê spaha quds a spaha pasdaran a terorîst, bo cîbicîkirin a pîlana êrîşkirin bo ser Îsraîl daxwaza 500 milyon Dolar ji rêjîma Îranê kirine ku ew pîlan li “7ê October 2023” de hate birêvebirin.

Pêka vê belgeyê, Hemasê bo cîbicîkirina vê pîlanê, daxwaz kiriye ku her heyvê 20 milyon Dolar bi bi berdewamî heta 2 salan bo wan bê şandin û li vê nivîsê de hatiye îdiakirin ku bi vê bûdceyê, armancên mezin bidest bixin û rûkê cîhanê biguherin.

Ew nivîsa bi rohnî dide xuya ku rêjîma Îranê rola bingehîn li birêveçona vê pîlana hovane de hebûye û bûdeceya wan tawankarî û cinayetan, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye dabînbkirin.