
Zêdetir ji 10 kombûnên nerizayetî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji aliyê malnişînkiriyan, kedkaran, xelkê medenî û xwediyê nanxaneyan ve hatine lidarxistin.
Roja Yekşemî 17ê Xakelêweya 1404 a Rojî, li Rojhilatê Kurdistanê de xwediyê nanxaneyan li bajarê Kirmaşanê, kombûneke nerizayetî li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li bajarê Kirmaşanê, lidar xistin û nerizayetiya xwe li derheq pirsgirêkên jiyanê, zêdebûna xerc û guhnedana berpirsan bi rewşa dijwar a karê wan û herwisa siyaseta giştî ya seqet û şaş a aborî û bersivnedana berpirsên rêjîmê, dane xuya.
Li vê rojê de malnişînkiriyên pîşeya pola li bajarê Îsfehanê, li derheq hiqûqên xwe û pirsgirêka dermanan li rûberûyê bînaya sendûqa malnişînkiriyên pîşeya pola li bajarê Îsfehanê, kombûna nerizayetî lidar xistin.
Malnişînkiriyên îdare muxabirat a Îranê jî, li çendîn bajarên wek “Ehwaz, Reşt û Şûş”ê de kombûna nerizayetî lidar xistine.
Herwisa li bajarê Şûşê, kedkarên yekeya çandin û pîşeya Heft Tepe li Rûberûyê bînaya fermandiya rêjîmê li wî bajarî, kedkarên şirketên muxabirat a Îranê li bajarê Şîrazê û kedkarên şirketa maşînsaziya Ereakê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa hejmareke ji xelkê bajarê Zencanê yên ku xwediyê erdê li devera Gawazengê ne, li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê li derheq xemsarî û piştguhavêtin apirsgirêkên wan, lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi pirsgirêkên wan erdan kirine.