
Milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê, ji tirsê egera êrîşkirina Amerîkayê bo ser xwe, amadebûna xwe bo danîna şekan ragihandine.
Nûçegihaniya “Reuters”ê li roja Duşemî 18ê Xakelêweyê de belav kiriye ku “çendîn girûpên milîsan ên xwedîhêz ên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê, bo yekemîn car, amadebûna xwe bo danîna çekan ragihandine ku ji metirsiya dijwarbûna şer digel dewleta Donald Trump xwe biparêzin”.
wan milîsên ser bi rêjîma Îranê ji tirsê jinavçon li egera êrîşa Amerîka bo ser wan û xweparastin ji qedera milîsên din ên wek Hizbullah û Hemasê, amadebûna xwe bo danîna çekan ragihandine, pêştir wan milîsan îdia dikirin ku bi hemû hêza xwe li hember Amerîka û Îsraîlê dê şer bikin û biryara wan bo danîna çekan, şikesteke mezina din a rêjîmê Îranê li Rojhilata Navîn de ye.
Pêka vê raporê, berpirsên Amerîkayê bi dewleta Îraqê ragihandine ku eger bo hilveşandina milîsên ektîv li Îraqê de ti karekê nekin, Amerîka dikare wan milîsan bike armanca êrîşên esmanî.
Li vê raporê de hatiye ku danûstandina li navbera “Mihemed Şiya`i Elsûdanî” yê Serokwezîrê Îraqê digel çendîn berpirsên milîsan ku dizanin dê bibin armanca êrîşên Amerîkayê, pêşketineke zêde hebûye û ew milîs dixwazin ku daxwaza Amerîkayê bo danîna çekan erê bikin û çekên xwe danên.