Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump ragihand ku bi awayê rasterast dê digel rêjîma Îranê danûstandinê bikin

11:13 - 8 Nîsan 2025

Tevî hemû çewtekarî û înkarkirinên rêjîma Îranê, Serkomarê Amerîkayê ragihand ku roja Şemiyê em dê bi awayê raserast digel rêjîma Îranê li asteke herî bilind de danûstandinê bikin.

“Donald Trump” ê serkomarê Amerîkayê li dema pêşewazîkirin li Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyaho de ragihand: “ roja Şemî ya heftiya bê, em dê bi awayê rasterast digel rêjîma Îranê li asta herî bilind de, danûstandinê bikin, ez naxwazim bili danûstandinê kareke din bikim, lê hekî danûstandin bê encam be, em dikevin nava qonaxeke gelek metirsîdar”.

Ew yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê her cure danûstandinê înkar dike û belav kiriye ku hekî hemû dorpêçan hilveşînin, renge em amade bin bi awayê rasterast digel Amerîkayê danûstandinê bikin.

Elî xamineyî ku pêştir îdia dikir, danûstandin digel Amerîkayê bi her şêwazek çi rasterast an nerasterast, bê encam e û ew welatek dujmin e, lê niha ji tirsê êrîşa Amerîkayê, amade bûye dest ji hemû dirûşmên xwe yên xapêner berde û heta alaya Amerîkayê li ser mûşekên xwe reş bike, bi vê pêkê rêjîma Îranê dixwaze Amerîkayê careke din bixapîne lê heta niha, Amerîka bi micidî li dijî vê rêjîmê sekiniye û ev neçar bi danûstrandina rasterast kiriye ku bi awayek rohn şikesteke gelek mezin a serşorane bo hemû îdiayên çewt ên rêjîmê ye.