Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Çandî ya Hilkeftên Rojhilatê Kurdistanê peyamek rû bi xelkê Kurdistanê belav kir

11:19 - 8 Nîsan 2025

Deqa peyamê wihaye

Xelkê xoştewiye Kurdistanê!

Keç û kurên niştiman, rêvîngên doza nasnamexwaziyê.

 

Welatiyên hêja, bi îrade û beşdariya bêmînaka we, we Newroza îsal kiriye meydanek bo dubare pênasekirina nasname û vergirtina mafê jiyana çandî, civakî û siyasî.

Birêveçon a rêûresmên Newrozê ji Makoyê heta Îlamê û deverên kurdnişîn ên wek Qezwên, Xurasan û Têhranê, bû hêmaya yekgirtin, berdewamiya xebat û xweragiriya li hember cudatîdanîn û nevekheviyê. Beşdariya berfireh û bi germûgur a we xelkê netirs û bivêr li rêûresmên Newroza îsal de bi kincên xakî, bi tenê bo rêûresmek sade nebûye û nîne belku ev amadebûna, daxuyaniya zindîkirina bûn û daxwaza mafê sekinîn li hember tepeserî û çewsandina netewa me ye. Kombûnên Newrozê, bûne derfetek bo wergirtina wan rewşane û pênasekirina nasnameya bi kom a Kurdî, li Rojhilat e. Amadebûna piraniya xelkê Kurdistanê û bi taybet ciwanan û jinan li rêûresman de nîşanderê vê ye ku ev netewa ti car heta gihîştin bi serweriya siyasî, nasekine.

Bi vê hilkefta bişan, spasiyê li Desteya Birêveberî ya Rêûresmên Newrozî ya bajar û gundên Rojhilat li derheq dariştina gelale, locistîk, xerc û diyarîkirina cihê bi wec, çavdêrî û disîplîna bê mînaka wan li Newroza îsal de dikin.

 

Şêwreya Çandî ya Hilkeftên Rojhilatê Kurdistanê

17ê Xakelêweya 2725 a Kurdî