Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan bûyerek din li kangeheke Îranê de qewimî

11:22 - 8 Nîsan 2025

Bi sedema xemsarî û pêrenegiştin û guhnedana berpirsan bi rewşa karê kedkarên kangeheke “rijî” yê li bajarê Damixanê ser bi parêzgeha Simnanê, 7 kedkaran bi sedema gaza jehrî, canê xwe ji dest daye.

Roja Dûşemnî 18ê Xakelêweya 1404 a Rojî, 7 kedkarên kangeha “rijî” li gundê “Mêhmandûye” ser bi bajarê Damixanê li parêzgeha Simnanê, bi sedema nebûna alavên hewce yên xweparastin û belavbûna gaza jehrî û nebûna Oksîjenê, û bi derengkevtina derxistina wan ji nava kangehê, canê xwe ji dest dane.

Kedkaran li vê kangehê de ku 40 metran dirêj û li kûrahiya 20 metrî ya erdê de ye li rewşekê de li kangehê mijîlê kar bûne ku berpirsên pêywendîdar ti  kontrol û çavdêrî û pêregihîştinek bi armanca parastina canê kedkaran nekirine û pêka hinek zanyariyên belavbûyî, li dema çona wan kedkaran bo nav vê kangehê, asta Oksîjenê bi tenê %2 bûye.

Sala par jî bi sedema xemsariya berpirsên kangeha “Meidencû” li bajarê Tebesê, 52 kedkarên kangehê canê xwe ji dest dan û 22 kedkar jî bi dijwarî birîndar bûn, lê ti berpirsek li vê derheqê de nekevte ber lêpirsînan û nehatine sizakirin.