Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

11:25 - 8 Nîsan 2025

Malnişînkiriyan û herwisa kedkaran, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de zêdetir ji 9 kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Roja Duşemî 18ê Xakelêweya 1404 a Rojî de, li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat li bajarên “Sine, Merîwan û Bîcar”ê de li rûberûyê bînaya vê îdareyê li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember guhnedana stada birêveberî, xwedî pişk û xwediyên şirketê bo bidestveanîna hiqûqên malnişînkiriyan, serastkirina bîme û çendîn mijarên din, dane xuya.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya muxabirat li Îranê de jî li bajarên wek, “Reşt, Tewrêz û Bender Ebas”ê de kombûnên hevşêwe lidar xistin.

Herwisa kombûna nerizayetî ya kedkarên şirketa muxabirat li bajarê Şîrazê û kedkarên şirketa neft û gaz a şirketa Netfa Felatê Qarê li devera Lawanê de ev sêyemîn roj e berdewam e.

Wan kedkaran nerizayetiya xwe li hember nebûna ewlehiya kar, derxistinên nedadperwerane ji kar û nedana heqdestan, nerizayetiya xwe dane xuya.