
Li êrîşa esmanî ya Amerîka li şeva derbasbûyî de bo ser Husiyên Yemenê, tevî jinavçona hejmareke zêde ji jêrxan û enbarên cebilxaneya Hûsiyên Yemenê, berpirsekî ewlehî û itilaata Hûsiyên Yemenê hate kuştin.
Ragihandinên ser bi Hûsiyên Yemenê, ragihandin ku li êrîşên esmanî yên 18ê Xakelêweyê bo ser deverên derdora bajarê Sen`ayê û parêzgeha “Hice” û çendîn deverên din, fermandeyê payebilind ê ewlehî û îtilaata Hûsiyên Yemenê yê bi navê “Ebdulnasir Serhan Elkemalî” hatiye kuştin.
Pêka rapora “Skay Niyûz”ê piştî wan êrîşan, Hûsiyan çendîn fermandeyên ewlehiya xwe bi tohmeta sîxurîkirin û belavkirina cihê navendên hestiyar, binçav kirine.
Pêka raporên belavbûyî yên Hûsiyên Yemenê, li şeva derbasbûyî de zêdetir ji 20 êrîşên Esmanî li derdora bajarê Sen`ayê, li parêzgeha Marib, parêzgeha Hice û girava Kemran hatine kirin ku enbarên cebilxaneya Hûsiyan bûne armanc.
Amerîka balafirên cura B2 û herwisa balafirên din ên bombhawêj li êrîşkirina bo ser Hûsiyan bi kar tîne, lê heta niha “CENTCOM”ê li derheq êrîşa şeva derbasbûyî ku xisarên gelek giran bi enbarên cebilxaneya Hûsiyan bi taybet enbarên mûşekî û dironiyên Hûsiyan kevtine, ti zanyarî an daxuyaniyek belav nekiriye.