Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %64 a tevahiya bidarvekirinê li cîhanê, li Îranê de bûye

11:32 - 8 Nîsan 2025

Saziya Lêbihorîna Navnetewî ragihand ku rêjîma Îranê berpirsyarê zêdetir ji %64 a hemû bidarvekirinan li sala 2024, li cîhanê ye.

Roja Sêşemî 19ê Xakelêweya 1404 a Rojî, Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina raporekê da zanîn ku rêjîma Îranê li sala 2024 de zêdetirîn rêjeya bidarvekirinan li seranserê cîhanê de hebûye û ew rêjîma berpirsyarê %64 a tevahiya bidarvekirinan li sala 2024 a Zayînî li cîhanê ye.

Li rêzbendiya bidarvekirinan li cîhanê ku  li 15 welatan de tê cîbicîkirinê, rêjîma Îranê li pileya yekem de ye û welatên wek “Çîn, Erebistan, Îraq û Yemen” jî li vê rêzbendiyê de têne dîtin.

Li sala 2024 a Zayînî de li Îranê, bidarvekirina 972 kesî li girtîgehên rêjîmê de hatiye tomarkirin ku zêdetir ji %64 a tevaviya hemû bidarvekirinan li cîhanê ye, li rastiyê de ew rêjeya li Îranê, bi tenê haletên tomarkirî li xwe digre û hejmareke zêde ji bidarvekirinan têne perdepoşkirin û herwisa bêseûşinkirinên bi zorê û kuştinê li jêr îşkenceyan û herwisa kuştina xelkê li jêr navê xwekujî, li vê amarê de nehatiye hesibandin ku rêjeya vê bi serastî nehatiye zanîn ku renge rêjeya vê ji rêjeya bidarvekirinan jî zêdetir be.