
li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê, çendîn girtî ji destpêka vê heftiyê ve li girtîgehên rêjîmê li bajarên cuda, hatine bidarvekirin.
Pêka rapora Navenda Mafê mirovî ya Îranê ku roja Sêşemî 19ê Xakelêweya 1404 a rojî belav bûye, “Zehîr Şemsî” temen 32 salî, xelkê bajarê Dizfûlê ku bavê keçeke temen 5 salî bûye û herwisa girtiyek din ê bi navê “Cemîl Reşadet” temen 40 salî, xelkê bajarê Ehwazê, li roja Şemî 16ê Xakelêweyê li girtîgeha “Sipîdar” a rêjîmê li bajarê Ehwazê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de “Husên Melazade” temen 29 salî ê zelkê bajarê Zencanê, li girtîgeha rêjîmê li wî bajarê de hatiye bidarvekirin.
Herwisa li roja Duşemî 18ê Xakelêweya 1404 a Rojî, girtiyek ê bi navê “Hemîd Ebdulî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Dizfûlê de hate bidarvekirin.
Rêjîma Îranê, sepandina sizaya bidarvekirin û herwisa bidarvekirina girtiyan, wek alavek bo tepeserkirina xelkê li Îranê bi taybet xelkê xelkê “Kurd û Belûç” bi kar tîne