Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê mûşekên dûrhawêj bo milîsên xwe li Îraqê şandine

11:08 - 10 Nîsan 2025

Rojnameya “Times” belav kiriye ku li devedevê destpêkirina danûstandinên Amerîka û rêjîma Îranê, vê rêjîmê mûşekên dûrhawêj bo milîs û girûpên ser bi vê rêjîmê li Îraqê de şandine.

Rojnameya “Times” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rêjîma Îranê bervajiyê daxwaziyên cîhanê û herwisa îdiayên xwe yên çewt, dest ji gihandina cebilxane û alîkarîdan bi milîsên ser bi vê rêjîmê bernedaye û li heyama heftiya derbasbûyê de bi awayê nihînî, çendîn cur mûşek bo girûpên ser bi vê rêjîmê li Îraqê, şandine.

Pêka vê raporê, rêjîma Îranê hejmareke zêde ji mûşekên dûrhawêj û herwisa mûşekên kurûz Quds351 û mûşekên balistîkî yên cura Cemal69, bo girûpên ser bi vê rêjîmê li Îraqê de şandine.

Ev rapora “tames”ê rapora “Reuters”ê bo danîna çekan ên milîsên ser bi vê rêjîmê li Îraqê, biriye jêr pirsyarê.

Herwisa Rojnameya “Times” belav kiriye ku pêka gotina berpirsekî siyasî yê Îraqê, wan girûpan ti bernameyek bo danîna çekên xwe nînin.

Rapora “Times” ku ji aliyê “Ava Today” ve hatiye belavkirinê, dide xuya rêjîma Îranê dest jî pîlanên xwe yên qirêj û herwisa xapandina welatên wek Îsraîl û Amerîkayê hilnegirtiye ku ev yeka rewşa rêjêma Îranê dê hêj aloztir û dijwartir bike.