
Rêjîma Îranê ji destpêka hevya Xakelêweya 1404 a Rojî heta 20ê heyvê, zêdetir ji 32 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine, û ew rêjeye bi tenê ew halet li xwe girtiye ku bidarvekirina wan hatiye tomarkirin û amara serast, renge ji vê rêjeyê zêdetir be.
Pêka rapora Navenda Mafê mirovî ya Îranê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku vê rêjîmê li girtîgehên xwe de li seranserê Îranê de ji 1ê Xakelêweya 1404 a Rojî heta 20ê heyvê, zêdetir ji 32 girtî bidar vekirine, lê rêjeya serast a bidarvekirinan ji vê rêjeyê zêdetir e ku bi sedema sansora tund li girtîgehên rêjîmê, amare serast a wan bidarvekirinan bi serastî nayê belavkirin û tomarkirinê û ew rêjeya bi tenê wan haletan li xwe digre ku hatine tomarkirin.
Pêka vê raporê zêdetir ji 16 haletên bidarvekirinê bi tenê li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê û girtîgehên din ên rêjîmê li bajarên “Bokan, Şahrûd, Gunbed Kawûs, Qum, Elîgoderz, Kirmaşan, Meşhed”ê de hatine bidarvekirin.