Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 5 damezrave û kesekî Îranî xistine nav listê dorpêçan

11:20 - 10 Nîsan 2025

Li devedevê destpêkirina danûstandinên di navbera Amerîka û rêjîma Îranê de, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 5 damezrave û kesekî Îranî bi sedema piştevanî li bernameya navkî ya rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan de tomar kirin.

Roja Çarşemî 20ê Xakelêweya 1404 a Rojî, Wezareta Xezînedariya Amerêkayê bi belavkrina daxuyaniyekê daye zanîn ku 5 damezrave û kesekî Îranî ku piştevanî li bernameya navkî ya rêjîma Îranê kirine, li lîstê nû yên dorpêçan de tomar kirine; Dorpêça nû ya Amerîkayê li hakelê de ye ku 2 rojên din, dê danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, pêka ragihandinên wan 2 aliyan, dest pê bikin.

Amerîkayê, Saziya Enerjiya Etomî ya Îranê “AEOI”, şirketa Santrîfiyûjê Îran “TESA”, Şirketa Fenî Mohendisiya Atbîn Îsta “AIT”, kesek ê bi navê “Mecîd Mosellet” ê serokê heyeta birêveberiya “AIT”, şirketa Pêgah Alomînyom a Erakê û şirketa “Nîrûyê Toriyom”, Şirketa Azerab û şirketa Reaktorên Pars “Satra Pars” ên Îranê li lîstê dorpêçên nû de tomar kirin.