Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hewla xapandina Amerîkayê dide

11:24 - 10 Nîsan 2025

Rêjîma îranê bi armanca kêmkirina givaşa navxwe û asayînîşandana rewşa navxwe a Îranê û herwisa xapandina Amerîkayê, daxwaza ji sermayedarên Amerîkayê kiriye ku sermayeya xwe bînin Îranê.

Roja Çarşemî 20ê Xakelêweya 1404 a Rojî, Mesûd Pizişkiyan, serkomarê rêjîma Îranê daye zanîn ku “pêşewazî li xwedî sermayeyên Amerîkayê dike ku bên û sermayeya xwe li Îranê de bo ticaretê bi kar bînin û Elî Xamineyî jî ti dijayetiyek digel hatina xwedîsermayeyên Amerîkayî nake û bên û sermayeya xwe li Îranê de bi kar bînin”.

Gotinên wiha li halekê de ne ku derz û cidayetiya li nav qata desthilatdar a rêjîmê de gihîştiye asteke herî zêde û tirsa rêjîmê ji êrîşa Amerîka û Îsraîl bo ser beranameya navkî û mûşekî û egera bi armancgirtina tevawiyeta rêjîmê, hemû hewla xwe bo asayînîşandana rewşa navxweyî a Îranê dide.

Herwisa navbirî bo balkêşandina Amerîkayê bo bazar û kangeh û jêrxanên aborî yên Îranê ragihand: “Îran cihek nîne ku hinek bên û fitneyan çê kin û welat ji nav bibin, zanyariyan kom bikin û kesên ku zanyariyên wan bi dest xistin bikujin, lewma xwedîsermayeyên Amerîkayê dikarin bên û sermayeya xwe li Îranê de bi kar bixin”.

Pizişkiyan di demekê de teylîfa sermayeguzariyê li Ameyîkayî yan dike ku bêne Îranê, çen demjmêran pêş hingê gotibû: Amerîka bo çi û bo kê hinde çebilxanê dikêşe nawçê? Dixwaze kê bide? Rengê hindê dide ku Pizişkiyan ji her tiştî bê xebere?!