Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, girûpeke tundajo li Sûriyê de ava kir

11:26 - 10 Nîsan 2025

Girûpeke tundajo bi dirûşm û hêmayên hevşêweya Hizbullah û spaha pasdaran a terorîst li Sûriyê de hatiye avakirin ku xwe bi dujminên Amerîka û Îsraîl û Tirkiyê daye nasandin ku gelek aliyan,’ ev bi girîpeke ser bi rêjîma Îranê binav kirine.

Heftînameya Amerîkayî ya “News Week” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku girîpeke milîsên çekdar ên tundajo ya bi navê “Ûlul Ebs” ku xwe bi tevgera berxwedana Sûriyê binav kiriye û Amerîka ,Îsraîl û Tirkiyê bi 3 welatên dujmin binav kiriye, li Sûriyê de hatiye avakirin.

Pêka rapor û lêkolînan, rêjîma Îranê ku ji milîsên xwe yên şikestxwarî li Sûriyê de bê hivî bûye, ew girûpa çekdar ava kiriye ku siyasetên rêjîma Îranê li Sûriyê de bi rê ve bibe û hêj xuya nine ku rêjîma Îranê heta niha bi çi qas û rêjeyekê alîkariyên malî û cebilxane bo wan milîsên çekdar şandiye.

Ev cehda rêjîmê li demekê de ye ku yêk ji xalên ku Amerîka dixwaze li danûstandina digel rêjîma Îranê de bi ser vê rêjîmê de bisepîne ku divê hemî girûp û milîsên girêdayî bi xwe li welatên nawçê de hilveşîne û desta ji piştîvaniya wan girûpan bikêşe.