Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û rêjîma Îranê gotinên cuda û dijhev berî destpêkirina danûstandinan hene

11:30 - 10 Nîsan 2025

Li halekê de Amerîkayê ragihandiye danûstandin dê bi awayê rasterast bin, rêjîma Îranê înkar dike û ji aliyê din ve rêjîma Îranê îdia dike dest ji bernameya xwe ya navkî bernade.

Serkomarê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku li roja Şemî 23ê Xakelêwe, danûstandinên navkî li navbeera Amerîka û rêjîma Îranê bi awayê rasterast dê dest pê bikin, ew yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê belav kiriye ku danûstandina rasterast digel Amerîkayê nake.

Amerîkayê ragihandiye ku divê rêjîma Îranê dest ji tevahiya bernameya xwe ya navkî û mûşekî berde, ji aliyê din ve serokê saziya wizeya navkî ya rêjîma Îranê “Mihemed Îslamî” ragihand ku bi ti awayek dest ji beranameya xwe ya navkî bernade û daxwazî û gefên Amerîkayê, bi henek û şerê rewanî binav kir.

Herwisa navbirî axaftinên binyamîn Netanyaho li derheq birêvebirina modela hevşêweyê “Lîbî” yê li Îranê, bi pûç û nerast binav kir.

Ji aliyê din ve Donald Trump ragihand ku hekî rêjîma Îranê dest ji berbameya çeka navkî bernede, li egera êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê, dê îsraîl fermandehiya wan êrîşan bike.

Ji aliyê din ve Lindsî Giraham ê senatorê payebilind ê komarîxazan ragihand ku egera rêçareya dîplomatik digel rêjîma Îranê  sifre,  û divê bi lezgînî, êrîşa serbazî bo ser bernameya navkî ya rêjîmê bê kirin.