Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dujminên çand û dîrok û netewa Kurd, dujminayetiya Newrozê jî dikin

11:32 - 10 Nîsan 2025

Îsal gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bo pêşwazî ji ceşna Newrozê û nûbûna salê, li jêr navê “Newroza Xakîpoşan” de pitir ji heyvekê li seranserî Kurdistanê, her ji Mako û Poldeştê ve bigre heya digîje Îlam û Loristanê, merasimên girseyî û bi şan lidar xistin û bala hemî cîhanê bo aliyê xwe rakêşan.

Hinek ji wan merasiman bi beşdariya Sedan Hezar kesî bi rêve çon.

Rêjîma dîktatore Îranê bi hemî cehdên xwe nekarî pêşya bi rê ve çona wan merasiman bigre.

Lê wê dawiyê komek şîwînîst û panÎranîstên bina rewşenbîr û nivîskar û çalakwan, bi wajokirina tomarekê, daxwaz ji rêjîmê kirine ku niha pêde pêşya merasimên girseyî a Newrozê bigre.

Wan dijîKurdan niyeta xwe a qirêj û dujminkarane newerşatine û ragihandine ku ev cure merasimane hesta netewî û nasnamexwaziyê zê de dikin û gefê li ser yêkparçeyî ya Îranê çêdikin.

Ev binav rewşenbîr û çalakvanane ku esla xwe de dujminê netewa Kurdin, pêdagirê yêk welat, yêk çand, yêk ziman û yêk netewa Îranê dikin, lewma ji nasnamexwazî û zindîbûn û xwedîderkevtina Kurdan ji hêmayên Netewî, ev gelek tirsandine û nîgeran kirine.

Her li wê derheqê de û bo rawestan li hember dujminkariye wisa û bersiv dan bi wajoya wan 800 kesên dijî Kurd, li Rojhilatê Kurdistanê Kempêynek pêkhatiye û komek çalakvanên Kurd daxwaz ji gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Kirine ku bo bersivdana bi wan panîranîstên dije Kurd tevlî vê Kempêynê bibin û ji netewe û nasname û hêmayên xwe xwedî derkevin.