
Rêjîma Îranê li çend rojên dawî yên heftiya derbasbûyî de zêdetir ji 10 girtiyan li girtîgehên xwe de bidarvekirin ku çend kes ji wan bi tohmetên sityasî û ewlehî, bi awayê nihênî û bê agehdarkirina malbat û parêzerên wan hatine bidarvekirin.
Roja 19ê Xakelêwê, 3 girtiyên Belûç ên bi navên “Ebdulkerîm Guergîc, Ebdulrehman Gurgîc û Tacmihemed Xirmalî” bi tohmetên siyasî û ewlehî û bê agerdarkirin û hevdîtina dawî digel malbatên wan û herwisa girtiyek ê bi navê “Emîrehmed Senayî Mezarzihî” bi tohmetên pêwenedîdar bi madên hişber li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê de hatine bidarvekirin.
Herwisa roja 20ê Xakelêweyê, “Kambîz Fethî” bi tohmeta kuştina bizanebûn li girtîgeha rêjîêmê li bajarê Kirmaşanê de hatiye bidarvekirin.
Di heman rojê de “Îsmaîl Dêhmerdê û Yûnis Kurd(Naroyî)” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gunabadê û “Xulamriza Perdaxte(Gurgîc) li girtêgeha rêjîmê li bajarê “Şahrûdê û “Secad Berahûyî” li girtîgeha Wekîlabad a bajarê Meşhedê de hatine bidar vekirin.
Roja 21ê Xakelêwyê de jî, “Îhsan Bamerî û Yasîn Bamerî” bi tohmeta Kurştina bizanbeûn, li girîgeha rêjîmê li bajarê “Îranşehr”ê hatine bidarvekirin.
Li roja Duşemiya heftiya derbasbûyê de jî “Seyîd Taha Hesenî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê de hate bidarvekirin.