Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroza Xakîpoşan li devera Karzan a Îlamê de bi rê ve ço

12:00 - 12 Nîsan 2025

Rêûresma Newroza Kurdewarî ku îsal bi Newroza Xakîpoşan hatiye navdêrkirin, bi beşdariya hezaran kes ji xelkê deverê bi germûgurî, bi axabanî û hewriyan bo xwedîderketin ji vê hêmaya nasnamexwaziya Kurd bi awayek bi şan hate birêvebirin.

Tevî hemû givaş, gefxwarin û rêgiriyên dezgehên ewlehî û serbaziyên rêjîma Îranê, li 21ê Xakelêweyê de rêûresmeke bi şan a Newroza Xakîpoşan bi îradeya serbixwe ya gelê me û beşdariya hezaran kes ji xelkê deverê “Karzan a Îlamê” bi germûgurî, bi axabanî û hewriyan bo xwederketin ji vê hêmaya nasnamexwaziya Kurd, hate birêvebirin.

Li vê rûresmê de hezarn kes ji xelkê deverê li dora agirê Newrozê kom bûn, sirûd û starên şoreşgerî û netewî strandin, govend girêdan û dîlan kirin û Newroz pîroz kirin.

Rêjîma Îranê bi gefxwarin û gazîkirina, çalakvanên çandî û herwisa sepandina rewşeke tund a ewlehî, hewla rêgirêkirin ji birêveçona vê rêûresmê da, lê bi îradeya serbixwe û berxwedana xelkê deverê, ew rêûresma bi şan hate lidarxistin ku şikestekî din a rêjîma Îranê li hember îradeya xelkê bo xwedîderketin ji hêmaya nasnamexwaziya Kurdî ye.