
Pêka biryara Yekîtiya Ewropayê, 9 kesên Îranî bi sedema rola wan bi “siyaseta bi barimtegirtin a bi piştevaniya hikûmî” dê li lîstê dorpêça nû ya Yekîtiya Ewropayê bi ser rêjîma Îranê bêne zêdekirin.
Pêka rapora “Reuters”ê Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê, biryar dane ku li roja Dûşemî 25ê Xakelêweyê, 9 kesên Îranî bi sedema pêywendî û rola wan bi “siyaseta bi barimtegirtina bi piştevaniya hikûmî” dê li lîstê dorpêça nû ya Yekîtiya Ewropayê bi ser rêjîma Îranê, zêde bikin.
Pêka vê raporê ku li 22ê Xakelêweyê de hatiye belavkirinê wezareta îtilaat a rêjîmê û spaha pasdaran a terorîst li wan salên dawiyê de dehan kesên dunasnameyî û biyanî binçav kirine ku zêdetir ji 20 kes ji wan girtiyan xelkê welatên Ewropayê bûne.
Rêjîma Îranê ji destpêka hatineserkara xwe ve, dest bi barimtegirtina xelkê biyanî kirine û li wan 20 salên dawiyê de bi tekezî li ser dunasnameyiyên ku li welatên Ewropa û Amerîkayê de dijîn, rêjkeyeke zêde ji wan kesan li jêr navê sîxur binçavkirine û ew wek barimte li hember welatên wan bi kar anîne.
Yekîtiya Ewropayê, 9 kes ku berpirsyarê vê siyaseta rêjîma Îranê ne dê li lîstê dorpçan dê zêdebikin lê navê wan hêj nehatiye ragihandin.