Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li durêya şer an erêkirina daxwaziyên Amerîkayê de ye

12:07 - 12 Nîsan 2025

“Stîvên Wîtkaf” bi rohnî ragihand ku hekî rêjîma Îranê bi tevavî û pêka daxwaziya Amerîkayê ji bernameya xwe ya navkî dest hilnegire, dê mijar bi Donald Trump bê ragihandin ku biryara dawî ev li ser vê mijarê bide.

Roja Înê 22ê Xakelêweya 1404 a Rojî de Stîvên Wîtkaf, ê nûnerê Donald Trump li karûbarên Rojhilata Navîn û nûnerê Amerîka bo danûstandina digel rêjîma Îranê ragihand: Hekî rêjîma Îranê bi tevavî dest ji bernameya xwe ya navkî hilnegire, dê bo dana biryara dawî, mijar dê bi Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê bê ragihandin.

Axaftinên Stîvên Wîtkaf li halekê de ye ku rêjîma Îranê li navxweyî Îranê de îdia dike ku bi ti awayek amade nîne dest ji bernameya xwe ya navkî berde.

Li vê derheqê de berdevka Koşka Sipî, “Karolîn Liwît” bi tekezî ragihand: Danûstandin dê bi awayê rasterast be û rêjîma Îranê bi tenê dikare bijardeyekê hilbijêre, an teslîmî daxwaziyên serkomarê Amerîkayê be, an jî çavrêyê êrîş û şer be, ew bi serastî biryara Serkomar e, ew li vê derheqê de gelek micid û pêdegir e”.

Rêjîma Îranê wekî adetê xwe yê hertimî, bi şanoyên cuda û îdiayên çewt hewla perdepoşkirina şikesta xwe li hember Amerîkayê û jidestdana rewatiya xwe li nav tundajoyên vê rêjîmê dide. 

Kanala têlêvîzyoniya “El’hedes” belav kiriye ku rêjîma Îranê amade ye li ser mijara milîsên ser bi vê rêjîmê jî danûstandinê bike.