Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka hêz û cebilxaneya şer a zêdetir dikêşe devera Rojhilata Navîn

12:14 - 12 Nîsan 2025

Fermandê hêza navendî a Amerîka “Sentkam” geheştina duyemîn Navgana hilgira Firokên şerker a Amerîka yê ragihand.

Sentgamê ragihand ku Navgana balafir helgire “Yu S S karl Wîston” digel iskadarên esmaniye xwe ku ji firokên şerkere F 35 û çendîn curên dinê ne, geheştine herêmê û mijûlê kar û erkê xwe ne.

Duyemîn Navgana hilgirê firokên şerker e Amerîka di demekê de geheşte derdora Îranê ku Amerîka û Îran mijûlê danûstandinê ne û Amerîka ragihandiye ger danûstandin bê encam be û rêjîma Îranê şer û daxwazên Amerîka qebûl neke û teslîm nebe, egera êrîşa bo ser binkên navokî yên Îranê heye.

Amerîka pêştir ragihandibû ku di dema niha de bo lêdan û bombebarankirina Husiyên Yemenê ku girêdayî bi rêjîma Îranê ne, mifahê ji wan Firoka verdigre.

Amerîka û Birîtaniya piraniya cebilxane û firokên şer û hêza xwe li girava “Diyego Garsiya li deryaya Hindustanê de cihgir kirine.

 “Pît Hêgêt” wezîrê berevaniya Amerîka li vê derheqê de got: Biryar destê rêjîma Îranê de ye ku dê çi bîne serê xwe, gelo dê şertên Amerîka qebûl bike û teslîm bibe, yan dê bibe sedem ku Amerîka mifahê ji wan bombhavêj û firokan vergire û êrîşê bike ser Îranê.