Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendê netewiyê Kurd “Elî Serdeştî” koça dawiyê kir

12:22 - 12 Nîsan 2025

Sibêdeha roja Pêncşemî 21ê Xakelêweya 1404 a Rojî, hunermendê navdarê Kurd, “Seyîd Elî Rehîmpûr” naskirî bi “Seyîd Elî Serdeştî” koça dawiyê kir.

Hunermend “Elî Serdeştî” li sala 1316 a Rojî de li gundê “Qozlûya mezin”, ser bi bajarê Mihabadê ji dayîk bû, navbirî li sala 1332ê de bo xwendinê çobû xaneqaya Burhan, piştî salekê, dest ji xwendinê berda û bi sedema dengxwşiyê, li pey karûbarên hunerî kevt û piraniya hunermendan, mifah ji helbest û mûzîkên wî vergirtine.

Ev hunermendê navdar, li sala 1338 a Rojî de li bajarê Serdeştê de jiyana hevpar pêk anî û li wir ma, piştre vegeriya bajarê Mihabadê û li kolana “Cûlekan” de niştecî bû.

Navbirî li wan salên dawiyê de çobû welatê Swêdê û li wir dijiya û her li wir de koça dawiyê kir.

Navenda Ragihand a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi vê hilkeftyê, sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî û xwe bi hevparê xema wan dizane.