
Zarokên girtiyekî xelkê gundê “Sêgirik”ê ser bi bajarê Çaldiranê li parêzgeha Urmiyê, daxwaz ji saziyên navnetewî yên parêzerê mafê mirovî kirine ku bi sekinandina sizaya bidarvekirina bavê wan ê bê tawan, alîkariya wan bikin.
Pêka rapora Kurdpayê,roja Şemî 23ê Xakelêweya 1404 a Rojî, zarokek a temen 10 salî ya bi navê “Ronahî Husênnijad” digel xwîşk û birayên xwe yên biçûktir, bi belavkirina girtevîdyoyek rû bi saziyên cîhanî yên parêzerê mafê mirov, daxwaz ji wan kirine ku bo sekinandin û hilveşandina sizaya bidarvekirinê bi ser bavê wan “Hemîd Heyderanlû” ku bê tawan e, hemû hewlên xwe bidin.
Wê zarokê li peyama xwe de ragihandiye ku rêjîma Îranê bi zanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser bavê wan ê bê tawan de sepandiye û çened belgeyek li dosya wî de hene ku didin xuya bavê wan bê tawan e lê rêjîm pêdegirî li ser bidarvekirina wî dike.
Wê keça temen 10 salî bi tekeziyê gotiye ku bavê wan şiyana xwendin û nivîsandinê nîne û piştî binçavkirinê bo heyama 11 heyv û 10 rojan li girtîgehên ewlehî de bi gelek dijwarî rastî îşkencekirinên fizîkî û hundirî hatiye û li encamê de neçar bi îtirafkirina bi zorê bûye.
Wan zarokan daxwaza alîkarî ji Saziya Netewên Yekgirtî, navend û damezraveyên mafê mirovî û bi taybet daxwaz ji Dr. “May Sato” ya raportêra taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên Îranê kirine ku sizaya bi ser bavê wan de bidin sekinandin û hilveşandin.