
Balafirên Amerîkayê bi encamda zêdetir ji 9 êrîşên berfireh ên esmanî bo ser Hûsiyên Yemenê, li çendîn parêzgehan de enbarên cebilxane, navendên serbazî û jêrxanên serbazî yên Hûsiyan kirine armanc û ji nav birine.
Pêka rapora “El-Erebiye” li demjimêrên şevê, Şemî 23ê Xakelêweyê, 3 erîşên giran bi ser enbarên cebilxaneya Hûsiyan li devera “Alê Salim” li parêzgeha “Seide”yê de derbên gelek giran bi wan enbarên cebilxaneyan dane û ev teqandine û li 2 êrîşên berfireh ên din de jî li devera “El-Munîre”yê li bakûrê bajarê “El-Hodeyde”yê, navend û binkeyên serbazî yên Hûsiyan kirine armanc.
Herwisa li parêpzgeha “El-Beyza”yê de jî, enbarên cebilxaneya Hûsiyan li damezraveya teknîkî-pîşeyî ya “El- Somie”yê de li 4 erîşên berfireh ên esmanî yên balafirên Amerîkayî de hatine teqandin.
Hûsiyên Yemenê ku girûpeke çekdar a ser bi rêjîma Îranê ye û siyasetyên kawilker û şûm ên rêjîma Îranê bi rê ve dibe, li heyama derbasbûyî de rastî girantirîn êrîşên esmanî yên Amerîkayê hatine û tevî jidestdana cebilxane, jêrxanên aborî û serbazî, derbên giran bi wan milîsan xistine û hejmareke zêde ji wan milîsan kuştine ku çendîn piledarên spaha pasdaran a terorîst û herwisa hejmarek ji berpirsên payebilind ên Hûsiyan jî li nav wan kuştiyan de hebûne.