
Li bajarê Mesqetê, paytexta Umanê de, Yekem danûstandina rasterast a Amerîka û rêjîma Îranê bi dawî hat û her du aliyan ew danûstandin bi erênî ragihandine lê rêjîma Îranê bo çeewtekarî, rastiyên vê danûstandinê perdepoş dike.
Roja Şemî 23ê Xakelêweya 1403 a Rojî danûstandina rasterast li navbera şanda Amerîkayê bi serperestiya “Steven Witkoff” digel wezêrê derve yê rêjîma Îranê li bajarê Mesqetê paytexta Umanê, li pişt deriyên daxistî de bi rê ve ço û her du aliyan piştî bi dawihatina vê danûstandina çend demjimêrî, ew bi erênî dane xuya.
Daxwaziyên Amerîkayê yên wek sekinandina tevav a berbnameya navkî û mûşekî û herwisa alîkarîdan bi milîsên ser bi vê rêjîmê, barimteyên li destê rêjîmê û çend mijarên din bi wezîrê derve yê rêjîma Îranê hatine ragihandin ji aliyê din ve jî rêjîma Îranê daxwaza hilveşandina dorpêçan û azadkirina milyardan Dolar ên Îranê li derve kirine.
Hûrdekariyên vê danûstandinê ji her dualiyan ve nehatine ragihandin, lê rêjîma Îranê tevî înkarkirina birêveçon a rasterast a vê danûstandinê, ti basek ji daxwaziyên Amerîkayê nake, ji aliyên din ve li navxweyê rêjîmê de jî birêveçona vê danûstandinê nerizayetia tundajoyan li pey xwe aniye û heta nûnerekî meclîsa rêjêmê, ew danûstandin bi firotina şeref binav kiriye ku dide xuya rêjîma Îranê bo mana xwe amadeyê vexwarina her cure jehrekê ye.
Koşka Sipî, ew danûstandin bi erênî ragihand lê zanyariyên zêdetir hêj belkav nekirine û biryar e ku li roja Şemî ya heftiya bê, danûstandin dest pê bike.
Pêka biryara Amerîkayê, rêjîma Îranê divê hemû şiyana xwe bo berheanîna çeka navkî û mûşekî ji dest bide û dest ji hemû pîlan û alîkarîdan bi milîsan berde û li egera birêveneçon a wan biryaran, rêjîma Îranê dê rastî êrîşake gelek mezin a kawilker a serbazî bê.
Rêjîma Îranê jî wek hertim, hewla dirêjkirin a danûstandinan bo qazanckirina dem û perdepoşkirina rastiyan dide lê ew dem ji aliyê Amerîjkayê ve hatiye sînordarkirin û hekî li vê heyama diyarîkirî de negihîje encamê, dê Donald Trump, biryara dawî bi ser rêjîma Îranê de bide.