Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîma Îranê li rewşa amadebaşiyê de ne

11:09 - 14 Nîsan 2025

Li halekê de ku rêjîma Îranê îdiayên rengrengî li derheq danûstandina digel Amerîkayê dike, ji aliyê din ve ji tirsê êrîşa Amerêkayê amadebaşî ragihandiye.

Roja Yekşemî 24ê Xakelêweyê, Elî Xamineyî fermandeyên serbazî yên rêjîmê kom kirin û bo çewtekarî îdia kir ku pêşketina Îranê bûye sedema kerb û kîna dujmin, ew yek li halekê de ye ku navbvirî berpirsê yekem ê hemû cinayetên vê rêjîmê ye.

Li vê kombûnê de berpirsê stada hêzên çekdar ên rêjîmê pasdar Baqirî da zanîn ku hêzên rêjîmê li amadebaşiya tevav de ne.

Ji aliyê din ve rêjîma Îranê ti zanyariyeke serast li derheq danûstandina digel Amerîkayê belav nekirine û bi tenê îdia dikin ku rêjîmê destkevtên baş hebûne lê ti basek ji wan destkevtan nekirye û heta daxwaziyên Amerîkayê ên wek nemana bernameya mûşekî û alîkarîdan bi milîsan û çend mijarên din li ragihandinên xwe de sansor dike.

Fermana amadebaşiyê bi hêzên rêjîmê û herwisa axaftin û gefxwarinên berpirsên hêzên serbazî yên rêjîmê bo bersivdan bi her cure êrîşekê ,dide xuya ku rêjîma Îranê egera êrîşkirina esmanî bo ser xwe gelek zêde dibîne û berwajiyê îdiayên rêjîmê, Amerîkayê li vê danûstandinê de bo bidestveanîna daxwaziyên xwe, gelek micid bûye.