
Li halekê de bala piraniya ragihandin û midyayan li ser mijara danûstandin a li navbera Amerîka û rêjîma Îranê ye, rêjîma Îranê vê derfetek bo bidarvekirina zêdetir a girtiyên Belûç bi kar tîne.
Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê li wan 6 rojên derbasbûyî de zêdetir ji 17 hevwelatiyên Belûç li bbêdenghiya ragihandinan de bidar vekirne, li halekê de ku li ragihandinên Farsîziman zêdetir bala wan li ser mijara danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê bûye, rêjîmê ew derfetek bo bidarvekirina girtiyên Belûç bi kar aniye.
Rêjîma Îranê ku bidarvekirina girtiyan bi taybet li hember gelên “Kurd û Belûç” wek alavekê bo tepeseriya zêdetir bi kar tîne yekem car nîne ku li rewşên wiha de ku bala ragihandinên din li ser mijareke din e, rêjeya bidarvekirina zêdetir dike.
Li vê derheqê de çalakvanê Belûç, “Qadir Belûç” ragihand: “Ew rastiya dide xuya ku gelê Belûç bilî ku qurbaniyê serkut, tepeserî û bidarvekirinê ye, li dengvedana nûçe û raporan û herwisa tomarkirina bûyer û cinayetên rêjîma Îranê li Belûçistanê de jî rastî cudatîdanînan hatiye, lewma erkê çalakvanên mafê mirovî û siyasiyên Belûç e ku bi awayekî yekgirtî bo komkirina belgeyan û tomarkirina wan haletên eşkere yên binpêkirina mafê mirovî, li Belûçistanê de bixebitin”.