
Serkomarê Amerîkayê careke din ragihand ku rêjîma Îranê derfeteke sînordar bo bersivdanê heye û hekî hewce bi rêkara dijwar bike em bo vê yekê xwe naparêzin û em agehdar in ku rêjîma Îranê nêzî bidestveanîna çeka navkî bûye.
Roja Duşemî 25ê Xakelêweya 1404 a Rojî, “Donald Trump”, Serkomarê Amerîkayê, tevî îşarekirin bi sînordarbûna derfet bo bersivdana rêjîma Îranê bi daxwaziyên Amerîkayê ragihand: ku dibe rêjîma Îranê li dema diyarîkirî de bersivê bide neku em amadene rêkara dijwar li derheq rêjîma Îranê, cî bi cî bikin.
Herwisa navbirî îşare bi vê yekê jî kir ku hekî li hember rêjîma Îranê rêkara dijwar bi kar bînin bo cîhanê ye, em dixwazin ku Îran welatek dewlemend û bilind be û take tişta ku em dixwazin ev e ku nabe rêjîma Îranê çeka navkî hebe û nikare jî hebe çimkî em vê derfetê nadne wê rêjîmê.
“Donald Trump” tevî tekezî bi sînordarbûna demê bo bersivdana rêjîmê, da zanîn ku divê rêjîma Îranê bi lezgînî biryarê bibe û em agehdar in ku nêzî bidestveanîna çeka navkî bûye.
Aşkera bûye ku Amerîka 2 mercên girîng bo rêjîma Îranê danane, 1 divê bord û çalakî û pêşxistina çeka navokî û mûşekan ravestine, 2 divê hemî bernameya navokiya xwe hilveşîne û jinav bibe.