Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yakîtiya Ewropayê dorpêçên nû xistine ser rêjîma Îranê

12:01 - 15 Nîsan 2025

Yekîtiya Ewropayê navê 9 kes û navendên dadwriya rêjîma Îranê bi sedema rola wan li barîmtegirtina hikûmî li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê, zêde kirin.

Roja Duşemî 25ê xakelêweya 1404 a rojî, Yekîtiya Ewropayê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku 7 kes û 2 navendên dadweriya rêjîmê bi sedema rola wan li barimtegirtina xelkê bi piştevaniya hikûmî, li lîstê dorpêça bo ser rêjîma Îranê de tomar kirine ku çendîn berpirsên girtîgehan û dadwerên rêjîmê û girtîgeh û dadgehên rêjîmê li xwe digre.

Pêka vê daxuyaniyê, “Ebaselî Hozan” ê dadwerê taya 36 a dadgeha pêdeçon a rêjîmê li parêzgeha Têhranê, “Hidayet Ferzadî” yê berpirsê girtîgeha Êvîn a Rêjîmê li bajarê Têhranê, “Mehdî Nêimetî” yê serokê parastin û îtilaata rêjîmê li girtîgehên rêjîmê li parêzgeha Fars, “Kamran Zarê`i” yê dadwerê dadgeha pêdeçona rêjîmê li bajarê Şîrazê, “Mehmûd Sadatî” ê dadwerê dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Şîrazê, “Elî Salihî”yê dadstanê rêjîmê li bajarê Têhranê û “Mihemed Xusrewanî” yê dadstanê taybet ê dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Şîrazê, li lîstê dorppêçên nû de têne dîtin.

Herwisa Girtîgha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê û taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Şîrazê jî li lîstê dorpêça nû de hatine tomarkirin.