Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helebçe bû çaremîn parêzgeh a Herêma Kurdistanê

12:22 - 15 Nîsan 2025

Bi erêkirina Parlemana Îraqê, Helebçe wek 4emîn parêzgeh a Herêma Kurdistanê, hate diyarîkirin. Li vê derheqê de çend peyamên pîrozbahiyê jî hatine belavkirin.

Roja Duşemî 25ê Xakerlêweya 1404 a Rojî, parlemana Îraqê bi piraniya dengan, projeyasaya bi parêzgahbûna Helebçê erê kir û wek 4emîm parêzgeha Herêma Kurdiustanê û 19emîn parêzgeha Îraqê hate diyarîkirin.

Pêka raporên belavbûyî, hevdengiya fraksiyonên Kurd û herwisa fraksiyonên Sunnî û Şîe li parlemana Îraqê û pêdegiriya wan, bi fermî naskirina parêghbûna Helebçê li pey xwe anî.

Li vê derheqê de Mesrûr Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesûd Barizanî serokê Partiyê û Nêçîrvan Barizanî serokê Herêma Kurdistanê û herdûk hizbên xwedîbandor û mezine herêma kurdistanê anku Yêketî û Partiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û herwisa balyozxaneyên çendîn welatan li Herêma Kurdistanê, peyamên pîrozbahiyê belav kirin.

Bajarê Helebçê ji aliyê hikûmeta Beis a Îraqê û bi fermana “Elî Kîmiyayî” ve hate kîmiyabarankirin, ku zêdetir ji 5 hezar kes, ku piranî jin û zarok bûn, hatine şehîdkirin.

Bi fermînaskirina devera Helebçê wek parêzgeh, hevdem digel salvegera Enfalê ye û li wê rojê de  xelkê Kurdistanê yad û salvegera “Enfala Kurdan” ku zêdetir ji 182 hezar kurd hatine qirkirin û bi saxî li sehrayan de hatine çalkirin, bi bîr anîn û yada wan şehîdan bi bilind ragirtin.