Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyên Îdareya Muxabiratê li Kurdistan û Îranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin

12:24 - 15 Nîsan 2025

Malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de rêpîvan û kombûna nerizayetî lidar xistin û spaha pasdaran wek xwdiyê vê îdareyê, berpirsyarê tevahiya pirsgirêk û rewşa xirab a vê îdareyê binav kirin.

Roja Duşemî 25ê Xakelêweya 1404 a Rojî, li Rojhiloatê Kurdistanê de malnişînkirtiyên îdareya Muxabirat li bajarên wek “Sine, Kirmaşan û Bîcar”ê de kombûn û rêpîvana nerizayetiyê lidar xistin û herwisa nerizayetiya xwe li hember birêveneçona ayînnameya karpêdan û xweşbijîwî ya sala 1389 a Rojî dane xuya.

Herwisa wan malnişînkiriyan, stada birêveberî ya Xumêynî û şirketên ser bi spaha pasdaran a terorîst wek xwediyên bingehîn ên îdareya Muxabirat û berpirsê rewşa xirab û binpêkirina yasayan binav kirin û herwisa berdewamiya tepeserî û serkuta sîstematîk a dadperwerî û kirameta malnişînkiriyan, rexne kirin.

Li vê rojê de malnişînkiriyên îdareya muxabirat li bajarên wek “Tewrêz û Îsfehan”ê de jî kombûn û rêpîvana nerizayetiyê bi rê ve birine û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine.