
Mamostayekî xwendingeha gundekî ser bi bajarê Sinê, piştî îşkencekirina 13 zarokên xwendevan, gef li wan xwariye ku hekî wan îşkencekirinan aşkera bikin, dê wan li temenê 18 saliyê de bide bidarvewkirin.
Pêka rapor û girtevidyoyên belavbûyî, mamostayê dibistana “Qelemçî” ya gundê “Kerco” ser bi bajarê Sinê, 13 zarokên vê dibistanê bi awayekî hovane îşkence kirine ku devsa wan îşkencekirinan li ser laşê wan zarokan tê xuya û wî mamostayî, piştî îşkencekirina wan zarokan, gef li wan zarokan xwariye ku hekî wan îşkencekirinan eşkere bikin, ew dê bo wan li navendên ewlehiye rêjîmê de dosyezasiyê çêke û dema gihîştin bi temenê 18 saliyê, dê wan bide bnidarvekirin.
Pêka raporên belavbûyî, wî mamostayê hov û nesax û cinayetkar bi hêceta windabûna alaveke têlêfona xwe, ew zarok heps kirine û bi awayekî hovane ew kutane û îşkence kirine ku yek ji wan 13 zarokan, bi sedema derbên giran û dijwariya îşkencekirinê, bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Xelkê wî gundî tevî belavkirina girtevidyoya wan zarokan, li hember îşkencedkirina zarokên xwe ji aliyê wî binav mamostayî û guhnedana berpirsên pêywendîdar bi vê kiryara hovane, nerizayetiya xwe dane xuya.
Navendên intizamî û herwisa berpirsên perwerde û hînkariya rêjîmê heta niha ti rapor an nûçeyek li vê derheqê de belav nekirine û ew mamostayê tawankar heta niha rastî ti siza an dadgehîkirinekê nehatiye.