Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diziyek ku bû sedemê abrû û hetikçona rêjîma Îranê li cîhanê de

12:47 - 15 Nîsan 2025

Dîplomatên rêjîma Îranê ku bi dirêjiya temenê wê rêjîmê bi dîplomat terorîst hatibûne naskirin, vê carê bi diziyê rûreşiyekî dinê bûne sedemê abûr û hetikçona zêdetir a rêjma fasid.

Di pêvajoya danûstandina di navbera Îran û Amerîkayê de li welatê Omanê ku jialiyê xwanixwê anku deshilata Omanê ve Pênûsên Zêr li pêşya herduk aliyên danûstandinê hatibûne danîn bo egera wajokirina her rêkevtinekê,  Kazim Xerîbabadî dîplomatê rêjîma Îranê bi dizîna Pênûsa Zêr a Omaniyan, şanaziyekî dinê a rûreşiya wê rêjîmê, bo xwe û dîplomasiya rêjîma xwe li cîhanê de tomar kir.

Lekeyekî reş û hetik çonek ku ev 3 roje bûye nûçeya pêkenîna mediayên cîhanê.

Kazim bê evê ku bala xwe dabê her der kamêrayên girê dayî hene, bi hilgirtina Pênûsa zêr ku nirxa wê 15 Hezar Dolare, dizelîne binê berîka xwe.

Lê dema ser aşkera dibe, dibêjîn nezaniye û haj xwe nebûye ev pênûs hilgirtiye.

Kazim Xerîbabadî ku dîplomatê rêjîma Îranê ye, pêşda cihgirê dezgeha dad a rêjîmê bûye.

Dizya Pênûsa Zêr a Ereban ji aliyê dîplomatê rêjîma Îranê ku ev çend roje bûye bas û cihê heneka 22 welatên Erebî û ragihandinên cîhanê, hindî sedan caran torandina rêjîmê li danûstandinê de, rûreşî û şermezarî bo rêjîmê li pey xwe anî.