
Li derheq daxuyaniya 800 binav hunermend û ronakbîrên Îranî, Şêwreya Rêkxiravên Menedî yên bajarê Merîwanê, daxuyaniyek belav kirin
Navenda Çandî-Hunerî ya Vejîn, Encumena Çandî-Wêjeyî ya Merîwanê, Encumena Keska Çiya, Encumena Çandî-Zanistî ya Ronan, Navenda Tendirûstiya Jîn û Encumena Wêjeyî ya Rocyar, bi belavkirina daxuyanuekê, bersiva daxuyaniya şuvênîstî ya 800 binav ronakbîr û hunermendên Îranî dan ku netewîbûna Newroza Kurdî înkar kiribûn.
Li beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Nerwoza îsal, encama geşe û xemilîna hizra nasnamexwaziya neteweyekê ye ku êdî naxwaze bi dûr bê ragirtin, Lewma pêdegirane û bivêrane, bi armanca afirandin a civakek watedar, civakek ku hilgirê hemû toyên bingehyîn ên serweriyê be, berevanî ji binyat a hebûna xwe dike. Bi vê armancê, îradeya giştî ya civaka Kurdistanê bi rêya watedarkirina xebatek rojaneya her takek Kurd e, Newrozê dike hilkefteke nasnamexwaziyê li pêxema anîneberçav a sînorên li navbera “xwe” û “yê din”.
Li beşa dawî ya vê daxuyaniyê de jî hatiye: “Me wek Rêkxiravên Medenî yên Merîwanê, baweriya tevav bi piloralîzma netewî, zimanî û cografî heye, bi hizra me, merca pevrejiyana daxwazaneya nerewan, bawerî bi binyatên dadperwerî, civakî û siyasî, mafê bajarwenî, dadperweriya aborî, zimanî û şandî ye. Bo vê armancê, hewce ye ku bi rohnî, çemka “Maf”ê bê merc û bê beranber a regezî û zimanî, xebat bo avakirina paşerojeke baştir bo niha û paşeroja xwe bikin.