
Rêjîma Îranê li berdewamiya bidarvekirinan de, 9 girtiyên din jî li girtîgehên xwe li çend bajarê Îranê de bidar vekirin, rêjeya bidarvekirinan ji destpêka vê heyvê, ji 68 haletan derbas bûye.
Rêjîma Îranê li girtîgehên xwe li bajarên Zahidan, Bender Ebbas, Îsfehan, kerec û Kirmanê de 9 kesên din jî bidar vekirin ku yek ji wan ê bi navê “Hesen Mihemedî” bi awayê nihênî, anku bê agehdarbûn û hevdîtina dawî digel malbatê û bê agehdarkirna parêzerê wî, bi dar vekirin.
Roja Duşemî, 25ê Xakelêwe, “Elî Belûçzêhî “ û“Elî Dehanî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê û û “Elî Fezadûstanî” ê xelkê bajarê Hêrsînê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê, bidar vekirin.
Li roja Sêşemî 26ê Xakelêweyê, Eyûb Borniyayî(Serhedî), “Pêyman Nadirî” yê xelkê bajarê Kirmaşanê û “Kerîm Îsmaîlî” xelkê Şabadê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bender Ebbasê de bidar vekirin.
Herwisa li vê rojê de “Ebûbekir Şebexş” ê xelkê Zahidanê û “Rehîm Rehîmnijad” ê xelkê bajarê Banê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmanê, “Elî Şahî” yê xelkê “Dilfan”ê, li girtêgeha rêjîmê li bajarê Kerecê, “Mehdî Motewellî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erakê de hate bidarvekirin ku li dema binçavkirinê de temenê wî jêr 18 saliyê de bûye û piştî 3 salan hate bidarvekirin.
Rêjeya bidarvekirinan ji destpêka vê heyvê ve, ji 68 haletan derbas bûye.