Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêkarê balyozxaneya Arjantînê bo wezareta derve ya rêjîmê hate banghêjkirin

11:31 - 16 Nîsan 2025

Piştî biryara dadgeha Arjantînê ku Elî Xamineyî bi tawankar nas kir û fermana girtina wî da, wezareta derve ya rêjîmê, Birêkarê balyozxaneya Arjantînê li Têhranê, banghêj kir.

Piştî ku Dadstanê Arjantînê, Elî Xamineyî, rêberê rêjîma Îranê li dosyeya “Amiya” bi tawankarê bingehîn nas kir û fermana girtina wî da, wezareta derve ya rêjîma Îranê, Birêkarê balyozxaneya Arjantînê banghêj kir û îdia kir ku ew dosye, çewt û bê binyat e û bûyerek çihê şik û gumanê ye.

Înkarkirin û redkirina biryara dadgehê li halekê de ye ku li teqîna bomb li navenda hevkariya cihûyan li 17ê Pûşpera 1373 a Rojî de zêdetir ji 85 kes ji cihûyên xelkê Arjantînê hatine kuştin û zêdetir ji 300 kes jî birîndar bûn ku pêka belgeyên rohn li dadgehê, bi fitwaya Elî Xamineyî, bi rêya Hizbullaha Lubnanê û bi piştevaniya malî û pewerdeya rêjîmê ew cinayeta hovanme hatiye kirin.

Dadgeha Arjantînê pêştir rêjîma Îranê bi dabînkerê alavên terorê û herwisa dabînkirina malî û perwedeya terorîstî bo bikerê vê teqînê, bi tawankar naskir û li sala 2024 a Zayînî de jî dadgeha bilind a Arjantînê, rêjîma Îranê bi tawankarê bingehîn ê vê teqînê nas kir ku bi rêya milîsên xwe yên Hizbullahê ew cinayeta hovane encam daye.

Dadstanê Arjantinê “Sibastiyen Baso”, daxwaz ji dadwerê dosyeya Amiya “Daniyêl Rafkas”kir ku fermana girtina “Elî Xamineyî” wek tawankarê bingehîn ê vê dosyê bi “Polîsê Interpol”ê  bide.

Dadstanê Arjantinê ragiahndiye ku bê ti şik û gumanekî, Elî Xamineyî ji berê ve heta niha piştevanê serekî û bingehîn ê girûpên wek Hizbullahê ye.