Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê enbarên mûşek û dironên Hûsiyan kirine armanc

12:00 - 16 Nîsan 2025

Tûnelên Hûsiyên li çiyayên derdora Sen`ayê ku enbarên cebilxayeya Hûsiyan bi taybet diron û mûşekan e, li kûrahiya erdê de bûne armanca bombên Amerîkayê û hatine teqandin.

Pêka raporên belavbûyî Tûnelên Hûsiyên li çiyayên derdora Sen`ayê û herwisa devera “Nuqum” ku enbarên cebilxayeya Hûsiyan bi taybet diron û mûşekan e, li kûrahiya erdê bûne armanca bombên Amerîkayê û 7 enbarên mezin ên binerd ên cebilxane û navendên Hûsuyan hatine teqandin û 10an teqînên mezin li çiyayên derdora bajarê Sen`ayê de qewimîne ku enbarên mûşek û dironan bûn.

Herwisa navendeke kombûna Hûsiyan li navenda bajarê “Elzahor” loiu parêzgeha “El-Beyza” bûye armanca balafirên Amerîkayê lê ti marek ji kuştî an birîndarên hûsiyan belav nebûne.

CENTCOMê ragihand ku li demjimêrên şevê li 26ê Xakelêweyê, 2 gemiyên balafirhilgir ên bi navên “ USS Harry S. Truman û USS Carl Vinson” li vê êrîşa şevane de beşdar bûne.

Amerîka li bombarankirina enbarên binerdê ên Hûsiyan li çiyayên jêr kontrola Hûsiyan de balafirên B2 û herwisa balafirên taybet bi bombên mezin ên 14 tonî bi kar tîne.