Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê serdana Hizba Dêmokrat kir

12:16 - 16 Nîsan 2025

şandeke Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê bi serperestiya rêzdar “Belên Ebdullah”, Sekreterê Giştî yê vê Hizbê, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir

Roja Sêşemî 26ê Xakelêweya 1404 a Rojî, şandeke Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê bi serperestiya rêzdar “Belên Ebdullah” sekreterê Giştî yê vê Hizbê, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir ku ji aliyê şanda Hizbê bi serperestiya rêzdar “Mistefa Hicrî”, Sekreteê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve pêşewazî li wan hate kirin.

Li vê hevdîtinê de dawî guherînên deverê û herwisa pirsên pêwendîdar bi rewşa Kurdistanê li hemû beşan de hatine gengeşekirin.

Li vê derheqê de tekezî bi ser vekhevî û yekgotarî ya li navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê hate kirin û pêwendiyên dostane û ji mêjve yên li navbera wan Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê, bi xaleke erênî hate zanîn.

Şanda her du aliyan li berdewamiya û bihêztirkirin a pêwendiyên dostane li navbera her du Hizban de tekezî kirin.