
Li halekê de ku Amerîka tekeziyê li ser daxwaziyên xwe yên rohn bi taybet nemana bernameya mûşekî, navkî û alîkarîdana rêjîmê bi mlîsan dide, rêjîma Îranê gotiye ku em li ser sekinandina meyandina Oraniyomê danûstandinê nakin û ev mafê meye.
Tamî Birûs a berdevka Werzareta Derve ya Amerîkayê û herwisa “Stîv Wîtkaf” nûnerê taybet ê Donald Trum bi rohnî ragihandine ku nabe rêjîma Îranê bernameya meyandin a Oraniyomê hebe û rêjîma îranê dibe bernameya meyandina Oraniyomê û herwisa armanca xwe a serbazî li bernama navokî de bisekinîne û bi yekcarî ji nav bibe.
Berdevka wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand: em hemû li pey bersivan in, çimkî mirovahî li benda encama vê mijarê ye û ez daxwazê ji we dikim ku sebrê bikin”.
Li vê derheqê de Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîma Îranê li bersiva “Stîv Wîtkaf û Tamî Birûs” de got: “bernameya meyandina Oraniyomê mafê me ye û em li ser vê mijarê, danûstandinê nakin.
Biryar e ku roja Şmniya bê, kombûna 2yê ya rasterast a li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li bajarê Romê li weltê îtaliyayê de bi rê ve biçe, lê heta niha jî rêîjîma îranê îtiraf bi danûstandina rasterast nake.