
Şeva derbasbûyî balafirên Amerîkayê zêdetir ji 20 êrîşên esmanî kirne ser Hûsiyên Yemenê ku enbarên cebilxane, binkeyên serbazî û jêrxanên serbazî bi taybet enbarên mûşekên Hûsiyan bûne armanc.
Li berdewamiya êrîşên esmanî yên Amerîka bo ser Hûsiyên yemenê, şeva derbasbûyî zêdetir ji 20 êrîşên esmanî bi ser Hûsiyên Yemenê hatine kirin û enbarên cebilxane, binkeyên serbazî û jêrxanên serbazî bi taybet enbarên diron û mûşekên Hûsiyan li tûnelên li nav çiyayan de kirine armanc û ji nav birin.
Pêka rapora Elerebiye, binkeyên serbazî yên Hûsiyan li parêzgehên “Seide û Eb”ê de careke din bûne armanca êrîşên esmanî yên Amerêkayê û herwisa li bajarê Sen`ayê de jî dehan dengên gelek mezin ên teqîna enbarên cebilxaneya Hûsiyan hatine bihîstin û bi taybet binkeya “El-Hefa” li çiyayê Nuqum” bûye armanca bombên Amerîkayê.
Roja pêştir ji balafirên B2 ên Amerîkayê enbarên mûşek û dironên Hûsiyan li tûnelên jêr wî çiyayî de teqandibûn.
Pêka vê raporê 5 êrîşên taybet li devera “El-Nehdîn” li navenda bajarê Sen`ayê de hatine kirin û herwisa devera “Texiye” li parêzgeha “Seide”yê de jî bûne armanca wan êrîşan û li parêzgeha “Eb” de jî êrîşên esmanî hatine kirin ku zanyariyên zêdetir li vê derheqê de hêj belav nebûne.