Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê şirket û gemiyên pêywendêdar bi nefta Îranê xistine nav lîstê dorpêçan

11:31 - 17 Nîsan 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê çendîn şirket û gemiyên pêywendîdar bi kirîn û firotina nefta Îranê xistine nav lîstê dorpêçên Amerîka bo ser bazirganiya neyasayî ya nefta Îranê.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Çarşemî 27ê Xakelêweya 1404 a Rojî, şirketa Kîmiyayî ya “Şandong Şêng Şîng” a Çinê ku bayê zêdetir ji milyardek Dolar neft ji rêjîma Îranê kiriye û çendîn şirket û gemiyên nefthilgirên din ên ser bi spaha quds a spaha pasdaran a terorîst xistine nav lîstê dorpêçan.

Ew neftkêşane bi alaya welatên wek Panama, Kamêron û Malêziyê bi milyonan bermîl nefta Îranê bo Çînê veguhastine û herwisa navê xwedî û birêveberê wan neftkêşan jî li Hong Kong, Panama, Malêzî û giravên Marşalê de li lîstê vê dorpêpçê de ne.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê huşdar da ku her şirket an palavtingehek ku li ticarteta neftê de digel rêjîma Îranê beşdar be, dê rastî dorpêçan bê û armanc ji wan dorpêçan qutkirin û dawîanîn bi dahata malî bo rêjîma Îranê ye ku bo milêsên xwe û kiryarên alozkerên wan li deverê de bi kar tîne.