
Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî ragihand ku Oraniyoma hewce bo berhemanîna 6 bombên navkî, li ber dest heye lê heta niha ew çek berhem neaniye, ji aliyê din ve gelek nêzî berhemanîna çeka navkî bûye.
Roja Çarşemî 27ê Xakelêweya 1404 a Rojî, “Rafaêl Girûssî” Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî serdana Îranê kir û biryar daye ku digel wezîrê derve û herwisa serokê saziya navkî ya rêjêmê hevdîtinê bike. Navbirî pêştir jî ragihandibû ku bê beşdariya vê saziyê, her lihevhatineke digel rêjîma Îranê bê wate ye.
“Rafaêl Girûssî” ragihand: bo vê yekê ku lihevkirinek serast digel rêjîma îranê bê kirin, dibe sîstemeke bihêz a ceribandina rastiyan û çavdêriyê hebe ku bi tenê me şiyana vê yekê heye.
Navbirî ragihand ku rêjîma Îranê bo berhemanîna 6 bombên navkî Oranbiyoma hewce li ber dest heye, ji aliyê dinve geşeya bernameya navkî ya rêjîmê gelek lezgîn bûye û gelek nêzî berhemanîna çeka navkî bûye.
Rêjîma Îranê tevî hemû pêdegiriyên vê ajansê, heta niha jî bersiva hewce bi pirsyarên vê ajansê li derheq navendên nihênî yên navkî û herwisa çavkaniya Oraniyoma peydabûyî ya bi tîraiya %83.7 nedaye.