
Wezîrê Berevanî yê Îsraêl ragihand ku hêzên Artêşa Îsraîl heta demeke bê sînor dê li deverên aloz û ewlehî yên Xezê, Lubnan û Sûriyê de bimînin.
Îsraîl Kats ê wezîrê Berevaniya Îsraîl li roja Çarşemî 27ê Xakelêweyê bi belavkirina daxuyaniyekê li tora civakiya “X” de ragiand: “Hêzên Îsraîl heta pitştî her lihevkirinekê bo dawîanîn bi şer li deverên prastinê ku li xezê de çê kirine dê bimîne û herwisa hêzên berevanî li Îsraîl, li her rewşek demkî an her timî de dê li Lubnan û Sûriyê de bimînin û wek navberek li nabvera dujmin û civaka Îsraîlê de bêne bikaranîn.
Herwisa Îsraîl Kats tevî îşarekirin bi sekinandina alîkariyên mirovî bo Xezê ragihand ku mijûlê avakirina jêrxanan bo parvekirina wan alîkariyan bi rêya şirketên medenî li paşerojê de ne û tekezî kir ku sekinandina alîkariyan dê hêj berdewam be.
Li halekê de milîsên Hemasê li nexweşxaneyan, xwendingehan li nav mal û kempên xelkê medenî de cih girtine, Îsraîl Kats ragihyand ku sekinandina alîkariyên mirovî bi rêkareke girîng bo givaşxistina zêdetir bi ser wan milîsan e.