
Welatiyekî bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember sepandina sizaya bidarvekirina birayê xwe ku bo cibicîkirina vê sizayê bo odeya takekesî hatiye veguhastinê, hewla xwekujiyê da.
Roja Çarşemî 27ê Xakelêwê, welatiyekî xelkê bajarê Çaldiranê yê bi navê “Îsmaîl Husênnijad Heyderanlo” piştî belavbûna nûçeya veguhastina birayê wî yê bi navê “Hemîd Husênnjijad Heyderanlo” bo odeya takekesî bi armanca bidarvekirina wî, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember sepana vê sizayê û vewguhastina birayê wî bo odeya takekesî bi armanca cîbicîkirina vê sizayê, bi vexwarina Tîzav anku Esîdê hewla xwekujiyê da ku niha li nexweşxaneyê de hatiye razandin û rewşa tendirustiya wî bi gelek xirab hatiye ragihandin.
Herwisa li vê derheqê de keça temen 10 salî ya “Hemîd Husênnijad Heyderanlo ya bi navê “Ronahî, careke din daxwaza rizgarkirina bavê xwe yê bê tawan ji bidarvekirinê kiriye.
Rêjîma Îranê bi awayekî neyasayî “Hemîd Husênnijad” ku ti belgeyek serast bo tawanbarbûna wî nîne, girtiye û li jêr îşkenceyan de neçar bi îtirafkirina bi zorê bûye û rêjîmê li dadgeheke şanoyî de û bi tohmeke çewt li jêr navê hevkarî digel hizbeke Kurdî, sizaya bidarvekirinê bi ser de sepandiye ku li roja Çarşemî 27ê Xakelêweyê, bi armanca cîbicîkirina vê sizaya sepandî bo odeya takekesî ya girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatiye veguhastin.