
Bi armanca rêgirîkirin ji bidarvekirina 85 girtiyên Belûç li girtîgehên rêjîmê, 16 rêkxiravên mafê mirovî yên Kurdistan, Azerbaycan, Belûçistan, Xûzistan û çend rêkxiravên din ên Îranê, daxûyaniyeke hevpar belav kirin.
Roja Înî 29ê Xakelêweya 1404 a Rojî, 16 rêkxuravên mafê mirovî yên Kurdistan, Azerbaycan, Belûçistan, Xûzistan û yên din ên Îranê, Bi armanca rêgirîkirin ji bidarvekirina 85 girtiyên Belûç li girtîgehên rêjîmê, daxûyaniyeke hevpar belav kirin û daxwaz ji raportêrên taybet ên Saziya Netewên Yekgirtî, çalakvanên navnetewî yên mafê mirovî, heyetên dîplomatîk û civaka medenî kirine ku bo rêgirîkirin ji bidarvekirina 85 girtiyên Belûç ên li girtîêgehên rêjîmê de hewlê bidin.
Pêka raporên navxwe û navnetewî, wan 85 girtiyan, bê destpêregihîştin bi parêzer û dadgehîkirineke dadperwerane sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin û ew nêzî cibicîkirina wan sizayên sepandî bûne, ev jî ne bi tenê nîşaneya binpêkirina aşkere ya dadperweriyê ye, belku peyameke bi sam ji tepeserî û bêdadiya li derheq netewên bê maf e li seranserê Îranê de.
Navê Rêkxirava mafê mirovî ya Hengaw, Kurdpa û çend navend, rêkxirav û torên mafê mirovî yên Kurdistanê, di nava wajokerên wê daxûyaniyê de ye.