Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê bombên herî bihêz bo Îsraîlê şandin

11:50 - 19 Nîsan 2025

Amerîkayê bi 9 balafirên barhilgir ên serabzî, sedan bombên mezin bo Îsraîlê şandine ku li egera şikesta danûstandina navkî digel rêjîma Îranê, bêne bikaranîn.

Pêka raporeke belavbûyî li kanala Tilêvîzyoniya “KAN” a Îsraîlê, li roja Pêncşemî 28ê Xakelêweya 1404 a Rojî, Amerîkayê bi 9 balafirên barhilgir ên serbazî, bombên herî bihêz û mezin ên taybet bi senger û tonêlên binerd bo balafirxaneya Noatîm li başûrê Îsraîlê veguhastine ku li egera şikesta danûstandina navkî ya rêjîma Îranê, bo êrîşkirina bo ser rêjîma Îranê, Îsraîl bikare wan bikar bîne û li ber dest bin.

Heta niha ji çendîn aliyan ve balafirên şerker ên curên pêşkevtî, balafirên stratyerjîk ên wek B2 û B52 û gemiyên balafirhilgir ên Artêşa Amerîkayê li nêzî Îranê de cihgîr bûne û li egera şikesta danûstandinên navkî digel rêjîma Îranê dê bo cîbicîkirina fermana Dolad Trum ê serkomarê Amerîkayê bêne bikaranîn.

Îro Şemî 30ê Xakelêweyê de li demjimêr 12 û nîv bi dema Îtaliyayê li bajarê Romê de danûstandina navkî bi awayekî rasterast li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de bi rê ve ço.