Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku li hember rêjîma Îranê de helwêstê bigrin

11:53 - 19 Nîsan 2025

Amerêkayê daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku hekî rêjîma Îranê nêzî berhemanîna çeka navkî bibe, divê welatên Ewropayê li hember rêjîma Îranê de helwêsteke diyarîkirî hebin anku mikanîzma maşê çalak bikin.

Roja Înê 29ê Xakelêweya 1404 a Rojî, “Marko Robiyo”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştî hevdîtin digel berpirsên Ewropayê li bajarê Parîsê, ragihand ku hemû kes dibe çavrêyê rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî be ku dide xuya rêjîma Îranê ne bi tenê pêbendê sozên xwe nebûye, belku bi şêwazeke metirsîdar nêzîkî berhemanîna çeka navkî bûye.

Vegerandina sizayên bi ser rêjîma Îranê anku mikanîzma maşê ji aliyê Ewropayê ve dibe sedem ku hemû dorpêçên ragirtî bi ser rêjîma Îranê pêka lihevkirina Bercamê, dê bi yekcarê hemû bêne vegerandin.

Herwisa li vê rojê de “Donald Trump” Serkomarê Amerîkayê li civîneke rojnamevaniyê de li derheq danûstandina navkî digel rêjîma Îranê ragiand: “Nabe bi ti awayek derfetê bidne rêjîma Îranê ku çeka navkî bi dest xwe ve bîne, neku jiyana we hemûyan dê bikeve metirsiyê”.

Tiramp herwisa gotiye: Ez naxwazim bi lezgînî biryara êrîşê bidim, ez dixwazim li rêka danûstandinê ve em bigehne encamekê, hekî ne dê gelek xirab bê serê rêjîma Îranê.