Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heya dema amadekirina vê nûçeyê, hêj tenduristiya “Sirî Sureya Onder” li metirsiyê de ye

11:57 - 19 Nîsan 2025

Sirî Sureya Onder li nexweşxanê de li bin çavdêriya çir de ye, “Heta niha metirsî li ser jiyana Cêgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê maye.”

Nexweşxaneya “Florence Nightingale”ê li Stenbolê roja Înê ragehand, “Bi awayekî giştî rewşa tendirustiya Onder wekî xwe ye, çavdêrîkirina wî li pişka çavdêriya çir wekî duhî berdewam e, cehdên me ji bo çareseriyê berdewam in. Gelek metirsî li ser jiyana Onde heye.”

Endamê Şanda Îmraliyê û Cîgirê Serokê Perlemana Turkiyê Sirî Sureya Onder seet 11ê şeva Sêşemî 15ê Nîsan 2025an a Zayînî ji ber kirîza dilî bo yek ji nexweşxaneyên Stenbolê hat veguhastin, herwesa piştî cehdên pizîşkan, bo pişka çavdêriya çir hat veguhastin.

Sirî Sureya Onder li sala 1962ê jidayîk bûye , kesatiyekê siyasî û derhênerê filman û aktorekî Tirk e, niha jî Cîgirê Serokê Perlemana Tûrkiyeyê ye.

Onder yêk ji endamên heyeta danûstandina piroseya aştîyê ye ku di navbera deshilatdarên Turkiyê û Ebdula Ocelanê serokê PKK ê de rolekî sereke hebû, û gelek kes li ser wê baverê ne ku ev heyet û danûstandin, bi bê Onder dê rastî astengiyên micid bibe.