
Li 2 rojên derbasbûyî de çendîn kombûnên nerizayetî ji aliyê xelkê medenî, werzêr û xisarpêketiyên malî û herwisa pêşkirên malan ve li çendîn bajarên Îranê de bi rê ve çon.
Werzêrên devera “Bend” a li parêzgeha Fars bi sedema nedana ava werzêrî û li beşa projeyên avahiyan a “meskenê millî” de hejmarek ji pêşkirên malan li devera “Meharistan” a bajarê Îsfehanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li rojên derbasbûyî de jî kombûnên nerizayetî bi rêve çone û pirsgirêkên bilindkirina nirxa xaniyên ku pêşde hatine kirin, pirsgirêkekek mezin a xelkê ye û wek mînak li bajarê Zencanê de xelk 34 sal e ku çavrêyê bi dawîhatina projeya Meskenî millî ne û li li bajarê Qezwênê jî çendîn sal e nirxa avahiyên pêşkirî bilind kirine ku bi rohnî bacsitandin ji xelkê medenî ye û li bajarê Somi`êserayê jî ew pirsgirêk zêdetir ji 4 sal e ku berdewam e.
Li parêzgeha Çarmihal û Bextiyariyê de jî xelkê medenî û werzêran bo nîşanada nerizayetiya xwe li hember veguhastina ava vê parêzgehê bo parêzgehên navendî û bêparbûna wan ji ava vê parêzgehê û cudatîdanînan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û dişûma “em avê dixawzin talankirinê naxwazin” dane.
Herwisa li parêzgeha Zencanê de xisarpêketiyên şirketên “Rizayet Xudro û Terawet Novîn” li rûberûyê ofîsa “Şîrînnûş Sen`et a 8ê” kombûneke berfireh li derheq dizî û gendeliay berfireh ji darayiya wan, bi rê ve birin.
Rêjîma Îranê di cihê çareserkirna van pirsgirêkan bi rêya gefxwarin û cihgîrkirina hêzên terpeserker, dixwaze dengê nerizayetiya xelkê bifetisîne.